HAWARNET Çandname

 

 

10 Aralık 2015 Perşembe

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Evdalê Zeynikê, Xosrof Malool, Elî Xendan, Kawîs Axa, Nesrîn Şêrwan, Karapetê Xaço û Aram Tîgran jî di nav de 110 “Şakarên Muzîka Kurdî” di pirtûkek du cildî de anîn cem hev û weşand.
Pirtûk
...............................................................................
Pirtûka 'Şakarên muzîka Kurdî' derket

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Evdalê Zeynikê, Xosrof Malool, Elî Xendan, Kawîs Axa, Nesrîn Şêrwan, Karapetê Xaço û Aram Tîgran jî di nav de 110 “Şakarên Muzîka Kurdî” di pirtûkek du cildî de anîn cem hev û weşand. 


HawarNet 
10 Kanûn, 2015 

AMED- Pirtûk ji aliyê lêkolîner Zeynep Yaş ve hate amadekirin, di pirtûkê de serpêhatiya jiyana hunermendên kurd, fotoyên belge-arşîvî, qeyda dengê her yekî sê stranên van hunermendan ligel deqa wan û şêweyê notakirî tê de cih digirin. Pirtûk 900 rûpel e, 142 dengên resen bi zaravayê Kurmancî, Soranî û Zazakî stran tê de hene û du DVD jî li ser in. Di cilda ewil a pirtûkê de 52 hunermendên di navbera salên 1803-1930î hene, di cildê duyan de jî salên 1931-2015an li xwe digire ku di vî beşî de jî agahiyên der barê 58 hunermendan hene. 

Behsa amadekirina pirtûkê kir
Lêkolîner Zeynep Yaş, behsa xebatên arşîvkirinê, naverok û heyama amadekirina pirtûkê kir. Yaş, bal kişand ku xebata wan li Enstîtuya Kelepûra Kurdî ya li Silêmaniyê bi xebata ser Eyşe Şanê dest pê kiriye û diyra kir ku paşî ev xebat li ser hunermendên kurdî berfireh bûye û xebat wek xebateke arşîvkirinê dewam bûye. Yaş, destnîşan kir ku wan li Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ya Duhokê beşa lêkolînê daniye û heta sala 2011an li vê derê xebatên Çand û Dîroka Kurdî meşandiye û got, dema ku wan lêkolîna xwe domandiye bi riya hevalekî xwe gihandiye arşîveke li Amerîka New Jerseyê. Bi vî rengî wan xwe gihandiye qeyda dengê berhema bi navê “Şivanê Kurd” ku sala 1912an ji aliyê hunermendê Suryan ê Amedî Xosrof Malool ve li Mûsilê bi ser Odeon Plakê hatiye tomarkirin, her weha dengê Alî Azgar Kurdistanî yê sala 1924an, dengê Elmas Mihemed ê sala 1926an, dengê Meryem Xanê û Tahir Seîdê Ebo ku sala 1926an qeyda dengê wî bûye, wan kariye xwe bigihîninê û di vê pirtûkê de berdest bikin.

‘Me reseniya wan têk neda’
Yaş, bal kişand ku hunermendan ji taş plak, kaset û qeydên malê herî zêde sê stran hene û weha got, “Bêyî ku em reseniya wan tev bidin me ew anîn asta guhdarkirinê. Du caran hatin paqijkirin, jixwe ev aliyê herî zor ê vî karî bû. Hinek stran du sê parçe bûne, peydakirina reseniya wan, karekî gelekî zehmet bû. Gava mirov guhê xwe bidê her çend zêde bi kalîte nebe jî me bala xwe da ser rjînaliya deng. Ligel ku min zanî hin stran ji bo wî hunermendî gelek giring in jî, ji ber ku dengê wan nebaş bû, min ew bi kar neanîn.” Yaş, aşkere kir ku notaya stranan ji aliyê hunermend Mihemed Ferha, Evren Koç û Eriş Dervişoğlu hatine amadekirin û Evren Koç sererastkirina notayan kiriye.

‘Me muzîka kurdî esas girt’
Zeynep Yaş diyar kir ku di pirtûkê de ne tenê stranbêjên kurd, heman demê stranbêjên ji eslê xwe ne kurd ên wek Xosrof Malool, Karabetê Xaço, Aram Tîgran ku strana kurdî gelek xweş gotiye jî hatine tomarkirin û got, “Me ji taybetiya nijadî bêhtir bala xwe da ser stranbêjiya serkeftî ya bi kurdî.” Yaş, bi bîr xist ku wan cih daye hunermend û amûrjenan jî û got, “Bo nimûne, me bilûrbêjê herî baş, sazbendê herî serkeftî ligel jiyanname û qeyda dengan dan.”

Yaş diyar kir ku dema wan lêkolîn kiriye, pê hesiyaye ku gelek stranên kurdî ji bo tirkî hatine wergerandin û got, mebesta me bi vê xebatê ew e ku dîroka muzîka kurdî tomar bikin. Yaş weha got, “Bo nimûne Elî Xendan ku qeydên wî di vê xebata me de hene 132 salan jiyaye. Ji bo wî bernameyek hatibû amadekirin, gava min temaşe kir, min ev agahî bi dest xist. Ev hunermend ji bo gelek stranbêjên Soranîaxêv serçavî ye. Em dizanin ku gelek stranên îro ji wê demê ve mane û gihîştine îro.”

‘Me ji qadên cihê cihê qeyd dan hev’
Yaş aşkere kir ku wan qeyd ji warên cuda cuda bi dets xistine û weha behsa pêvajoya arşîvkirinê kir: “Gava me lêkolîn li ser hunermendekê dikir, der barê wî de çi hebe, belgei qeyd, tev me hewl da bi destê yekem bi dest bixin. Berê di piyasayê de çi hebe me da hev, gava ev têra me nekir, me xwe gihand malbatê, ji wir me xwe gihand arşîvan û stranên gelek hunermendan me li ser înternetê peyda kirin. bo nimûne Xosrof Malool heta Amerîkayê em ketin pey şopa wî. Li wê derê çi xebat ser wî hatine kirin, me dane hev û anîn. Li Başûr hevalên koleksiyoner hene ku karê baş ê arşîvê kirine, min gelek ji wan sûd wergirt. Her weha radyoyên kurdî arşîvên xwe bom in vekirin, gelek fêda wan gihîşte min. Dam û dezgehên bi ser Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê û Radyoya Duhokê gelek alîkariya min kirin. Bo nimûne, min nekarî biçim Kafkasyayê, hevalên wê derê gelek alîkariya min kirin. stranên kurdên êzdî yên Şengalê min berhev kirin, kê destek da min, min navê wan lêkir. Min diyar kir ka ji kê sûd wergirtiye.”

Pirtûka 'Şakarên muzîka Kurdî' derket

5 Aralık 2015 Cumartesi

Ma kê ji me rojekê ji rojan xwe di kesên weke Odîseos, Don Kîşot, Mem û Zîn, Rustemê Zal, Mîrza Mihemed, Mîrzayê Piçûk an Biyaniyê Albert Camus de nedîtiye? Heftiyeke dirêj li Amedê romana Amed, Amûd û ûmîdê ye.
Pirtûk
...............................................................................
Romana Amed, Amûd û hêviyê: Heftiyeke dirêj li Amedê

Ma kê ji me rojekê ji rojan xwe di kesên weke Odîseos, Don Kîşot, Mem û Zîn, Rustemê Zal, Mîrza Mihemed, Mîrzayê Piçûk an Biyaniyê Albert Camus de nedîtiye? Heftiyeke dirêj li Amedê romana Amed, Amûd û ûmîdê ye....


HawarNet 
05 Berfanbar, 2015 

AMED- Romana nû a Fawaz Husên “Heftiyeke dirêj li Amedê” derket.

Ferzendê pêncî salî nîvê temenê xwe li Parîsê dibihurîne û vedigere bajarê xwe Amûdê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriya di nava agirên Bihara Ereban de. Ew bi balefirê diçe Tirkiyê da ku ji wê derê ber bi başûr û sînorê bi zeviyên mayînan û têlên direyî ve dakeve. Ew ji herkesî re dubare dike ku ew amûdî ye û armanca wî ew e ku şeveke sax li ber sînor bimîne, li lempe û ronahiyên bajarê xwe temaşe bike û di kû re zirav dibe bil adi wir re biqete. Piştî Stembolê, ew diçe Amedê, paytexta Kurdistana Bakur. Ew heftiyekê li bajarê dîrokî dimîne, rastî beşekî mezin ji dîroka kurdên bakur di nav sî salên dawîn de tê û bi taybetî tê digihîje ku çend kes li nava kelehê ji nasnameya wî ya kurdekî binxetî bawer nakin û wî weke mirovekî din dibînin. Piştî ku derdekî mezin ji ser dilê xwe dide alî, ew diçe Mêrdînê, li ber sînor radiweste, lempeyên Amûdê dibîne û dide ser axa nerm a hemû niyaz û metirsiyan. Wê gavê, ew digihîje pengava dawîn a rêwîtiya xwe û pêrgî demên çi şêrîn çi xemgînbar ên zaroktiya xwe ya li Kurdistanê tê.

Berhema di nav destên we de ne bîrname, ango ne jiyana nivîskarê xwe ye. Bûyerên wê di legana xeyalan de hatine vestirandin û pêwendiya wan bi rastiyê ve tune. Tenê Amed rastiya rasteqîn û lehengê serekîn e, Ameda bi beden û bircên kevnare, bi pirsa kurd û Kurdistanê û man û nemanê, bi germa havînan û helîkopterên hergav di asimanan de, bi Pira Dehderî û çemê Dicleyê ku li jêra bexçeyên Hewselê çiveke xwedayî dide xwe. Amûdê jî bi rastî heye û lehengê duyem e. Ew li Rojavayê Kurdistanê bi du tiştan navdar e: xwînşêrîniya şêniyên xwe û birînên dijwar ku neyaran, çi ji kurdan, çi ji biyaniyan, di canê wê de vedane. Eger hin kes xwe di van rûpelan de bibînin, ev yek ê berî her tiştî tesadufî, lêhatinî be û paşê nîşana serkeftina romanê û gerdûniya mijara wê be. Ma kê ji me rojekê ji rojan xwe di kesên weke Odîseos, Don Kîşot, Mem û Zîn, Rustemê Zal, Mîrza Mihemed, Mîrzayê Piçûk an Biyaniyê Albert Camus de nedîtiye? Heftiyeke dirêj li Amedê romana Amed, Amûd û ûmîdê ye.

Heftiyeke dirêj li Amedê
Fawaz Husên
(Roman)
ISBN: 978-605-9082-41-9
13x19.5, 176 rûpel, 15 TL 

Romana Amed, Amûd û hêviyê: Heftiyeke dirêj li Amedê

"Derhêner Mustafa Koksalan armanca "Sîbera Deng" wiha ragihand: Me xwest em xwe bigihînin muzîkjenên ku derfetên wan hene yan jî tunene, yên ku derfetên wan ên qeydkirin û deng tunene, yên li aliyekî mane, kesên ku hêj dengê wan nehatiye bihistin."
Rojev
...............................................................................
Ji bo ziman û muzîka Kurdî xizmetek girîng: Sîbera Deng

"Derhêner Mustafa Koksalan armanca "Sîbera Deng" wiha ragihand: Me xwest em xwe bigihînin muzîkjenên ku derfetên wan hene yan jî tunene, yên ku derfetên wan ên qeydkirin û deng tunene, yên li aliyekî mane, kesên ku hêj dengê wan nehatiye bihistin." 


HawarNet 
04 Avrêl, 2015 Weşandin:1343 (Gor Dema Kurdistanê) 

AMED- “Sîbera Deng” a ku ji aliyê komek sînemagerên Kurd ve ji bo ku muzîkjenên Kurd xebatên xwe bi qeyd û dîmenên bi kalîte arşîv bikin hate damezirandin, wê li Kurdistanê gund bi gund bigere û muzîka Kurdî bi belge û arşîvan qeyd bike. 

Ji salên 2000’î ve bi pêşketina teknolojiyê re xebatên belge û arşivên Kurdî bi pêş ketibin jî hin pirsgirêkên tomarkirin û berhevkirinê didomin. Ji lewre jî komek sînemagerên Kurd ji bo ku xebatên xwe bi qeyd û dîmenên bi kalîte arşîv bikin, hatin cem hev û “Sîbera Deng” ava kirin. Kom, xebatên çanda Kurdî wekî belge û arşîv digire bin qeydê. Ji damezirenerên “Sîbera Deng” derhênêr Mustafa Koksalan behsa xebatên “Sîbera Deng” kirin.

Armanca avakirina “Sîbera Deng”
Koksalan tekîldarî xebatên xwe diyar kir ku wan li ser muzîka Kurdî 2 salan xebat meşandine û ji ber ku encameke baş derneketiye holê, “Sîbera Deng” ava kirine. Koksalan destnîşan kir ku li ser tiştên ku dikarin ji bo muzîka Kurdî bikin, nîqaş kirine û wiha dewam kir: “Gelek muzîkjenên baş hene û muzîka baş dikin. Lê carna derfetên wan ji bo qeydkirina deng û dîmen têrê nake. Me jî got, tiştekî ji bo temaşekirine bila hebe. Ango em sînematografiyê, mîmariyê, ronahiya xwezayî, tavê bi kar bînin, li kolanê li derve atmosfereke cuda bi kar bînin. Çiyayek, riyek, avahiyeke hatiye xirakirin, cihên bi vî rengî bi muzîka Kurdî re bikin yek, hem ji bo muzîkjen bila tiştek derkeve holê, hem jî em jî tiştekî baş derxînin holê. Me bi vî rengî da rê.”

Çima “Sîbera Deng” ?
Koksalan da zanîn ku xebatên xwe li ser înternetê pêk tînin û di 2013’an de bi 4 kesan ve wan kom ava kiriye û wiha pêde çû: “Em fikirîn ku em dikarin dîmenan di bin siya darekê de bigirin bi vî rengî ‘Sîbera Deng’ hate hişê me. Ango di bin siya dengî de. Em jî dikarin di bin siya dengî de rûnên û dîmenan bigirin.”

Pêwîstiya bi belge-arşîvê heye
Koksalan da zanîn ku di heman demê de çîrokên kurt ên muzîkjenan jî digirin dest û wiha dewam kir: “Ji ber ku gelek mirovên em xwe bigihînin wan hene, em derketin rê û fikra me jî guherî. Me xwest em xwe bigihînin muzîkjenên ku derfetên wan hene yan jî tunene, yên ku derfetên wan ên qeydkirin û deng tunene, yên li aliyekî mane, kesên ku hêj dengê wan nehatiye bihîstin. Em ji bo wan jî van derfetan biafirînin. Ji bo muzîka Kurdî platformeke baş, arşîvek bê çêkirin.”

Ji 15 koman 70 berhem hatin qeydkirin
Koksalan di berdewamê de ev agahî dan: “Me xebatên nêzî 15 komên muzîkê qeyd kirin. Di her komê de nêzî 5 berhem me qeyd kir û bi vê re jî yek bi yek xebatên wan ên solo em qeyd dikin. Mînak em ji muzîkjen re dibêjin ku xwe ne bi axaftinê bi muzîk û amûrê xwe ve bibêje. Ev jî arşîveke cidî derdixe holê. Niha nêzî 70 berhem di destên me de hene.”

Koksalan derbirî ku ew ji muzîka Kurdî sûdê werdigirin, gelek hunermendên bi qîmet hene, kesên ku muzîka Kurdî îcra dikin zêde nayên naskirin, nayên dîtin, di qadê de valatiyek hîs kirine. 

‘Armanc gund bi gund gerandina Kurdistanê ye’
Koksalan mînaka Radyoya Erîvanê ku ji dengbêjan digirt, bi bîr xist û got, ew ê gund bi gund bigerin û muzîka Kurdî bigirin bin qeydê. Koksalan ê ku nirxandina “Heke qeydên Radyoya Erîvanê yên ji dengbêjan girtî nebûna, dibe ku ew çand tunebûya” kir wiha axivî: “Em jî dixwazin gund bi gund bigerin û kom bi kom muzîkjen bi muzîkjen qeyd bikin. Dema ku em gund bi gund bigerin dibe ku em muzîkjenên ku hêj dengên wan nehatine qeydkirin, bibînin. Bi rastî jî Kurdistan wekî bihuştê ye. dema ku deriyek vedibe em dikarin gelek muzîkjenên ku kesek hêj pê nizane bibînin.” 

Divê arşîvekî cidî ya muzîka Kurdî hebe
Koksalan têkîldarî projeyên xwe jî agahî da û diyar kir ku derbarê Kobanê de xebatên wan ê belgefîlmê hene û hêj dewam dike. Koksalan anî ziman ku di muzîka Kurdî de di warê belge û arşîvê de valatî heye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Di wêjeya Kurdî de hê jî gelek nivîskarên ku nayên zanîn hene. Derbarê wêjeya Kurdî de projeya me ya dîmen û deng heye. Niha em vê projeyê çêdikin. Mezinkirina projeyê, em li kesên din, ciwanan digerin dixwazin teknîkê hîn bibin. Êdî piştî demekê em ji wan re bihêlin, ew jî ji bo kesên li pey xwe bihêlin. Bila arşîveke cidî ya muzîka Kurdî hebe." 

Hûn dikarin xebatên Sîbera Dengê ji kanala wan a YouTube'ê bişopînin

Ji bo ziman û muzîka Kurdî xizmetek girîng: Sîbera Deng

Li Wanê ji bo avakirina jiyana demokratîk, komunal û xweser, di demên dawî de xebat û projeyên berbiçav tê meşandin. Gelê Wanê ji qadên perwerdehiyê bigire heta qadên çand û aboriyê, di xalên bingehîn ên pergala xweseriya demokratîk de xwe birêxistin dike û bi avakirina meclisan hêza xwe ya rêveberiyê xurt dike.
Perwerde
...............................................................................
Li Wanê li hemberî bişaftinê dibistana Kurdî

Li Wanê ji bo avakirina jiyana demokratîk, komunal û xweser, di demên dawî de xebat û projeyên berbiçav tê meşandin. Gelê Wanê ji qadên perwerdehiyê bigire heta qadên çand û aboriyê, di xalên bingehîn ên pergala xweseriya demokratîk de xwe birêxistin dike û bi avakirina meclisan hêza xwe ya rêveberiyê xurt dike. 


HawarNet 
05 Kanûn, 2015

WAN- Gelê Wanê li dijî pergala kapîtalîst, hewl dide xwe li gor pergala civakî birêxistin bike. Bi taybetî di qada çand, perwerde, aborî û meclîsa gelan de xwe bi rêxistin dike û tevna jiyanê dirêse. Di avakirina vê modela jiyanê de, bêtir vîn û hêza gel esas tê girtin. Li bajêr, li dijî polîtîkayên bişaftin, înkar û tunekirina çand û ziman, Dibistana Seretayî ya Fatma Tokat ava kirin. Li Navenda Çandê ya Nuda, Navenda Çanda Berivan û Navenda Çanda Mezopotamya jî xebatên çand û hunerê ji nû ve li ser koka wê dirêsin û dixemilînin. Di qada aborî de jî wekî Marketa Koperatifa Medya modelek nû ya aboriyê pêş dikeve. Dîsa li gelek tax û gundan, meclîs tên avakirin.

Li hemberî bişaftinê dibistana kurdî

Yek ji xalên bingehîn ên pergala xweseriya demokratîk, qada perwerdehiyê ye. Li bajêr, ji bo pêşxistina perwerdehiya bi zimanê zikmakî Dibistana Seretayî ya Fatma Tokat hate avakirin. Têkildarî dibistanê rêveberê Dibistanê Osman Koşut, diyar kir ku zarokên kurdan 90 sal in bi polîtîka û hişmendiya bişaftinê tê perwerdekirin û wan li dijî vê polîtîkayê dibistanên kurdî vekirin. 

Rolên pergalê red dikin

Navenda Jinê ya Jiyanê, jinan li dora jiyana civakî û demokratîk bi rêxistin dike. Xebatkara Pêşxistina Aboriya Jinê ya Navenda Jinê ya Jiyanê Emel Zîrekbilek, anî ziman ku ew hewl didin di her qadê jiyanê de jine tev li jiyana civakî aborî, çandî û siyasi bikin û êdî jin karibin bibin vîn û bi serê xwe têbikoşin. Zirekbilek, da zanîn ku bi vê xebatê hewl didin xwe bigîhinin hemû jinan û bi perwerdehiyan rol û rista jinan bi wan re parve dikin. 

Bi riya meclîsan biryarên xwe bi xwe didin

Li Wanê her wiha di xebatên avakirina meclîsên gund, tax û bajaran de jî xebat têne meşandin. Bi riya van meclîsan gel êdî biryarên xwe bi xwe dide û pêdiviyên xwe bi xwe çareser dike. Endama Meclîsa Taxa Şerefiyê Edibe Babur, anî ziman ku di pêvajoyên demokratîk de vîna gel esas e. Bapur, destnîşan kir ku demokrasî ne ji 4-5 salan carekê biçin ser sindoqan deng bavêjin û wiha got: "Di demokrasiyên temsîlî de hilbijêr di tu biryaran de nerînên gel nastînin. Di biryaran de vîna gel esas nayê girtin. Lê di meclîsên tax, gund, bajarok û bajaran de vîna gel esas e. Enqere û bajarên mezin li ser navê gel biryar nade. Gel bi xwe pirsgirêkên xwe çareser dike û bi xwe biryarên xwe dide. Bi xwe pêdiviyên xwe tespît dike. 

‘Dewlet li ser çandê jî polîtîka bişaftinê dimeşîne'

Yek ji qadên bişaftin lê pêş dikeve jî qada çandê ye. Gelê Wanê ji bo çanda xwe biparêzin gelek navendên çandê avakirin. Xebatkarê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Halil Karakoyun jî anî ziman ku ew xebatên çand û hunerê ji bo perwerde, parastina çand û nirxên gel dimeşînin û wiha got: "Lê pergala kapîtalîst xebatên çand û hunerê jî xistiye xizmeta aborîyê. Em li dijî çand û hunera pûç û rizî li ser esasê çand û hunera resen a gelê herêmê têkoşînê didin." 

Li Wanê li hemberî bişaftinê dibistana Kurdî

Şaredariya bajarê mezin ya Amedê îsal ji bo perwerdehiya zarokên Êzidî dibistan, kreş û odeyên lîstikan hatine vekirin, her wiha 30 mamoste perwerdehiyê didin hezar û sed zarokan.
Ziman
...............................................................................
Li Amedê 1100 zarokên Êzîdî bi Kurdî dixwînin

Şaredariya bajarê mezin ya Amedê îsal ji bo perwerdehiya zarokên Êzidî dibistan, kreş û odeyên lîstikan hatine vekirin, her wiha 30 mamoste perwerdehiyê didin hezar û sed zarokan. ”


HawarNet 
05 Berfanbar, 2015 

Amed - Ji bo ku zarokên Êzidî derûniya şer a li ser xwe biavêjin kreş û odeyên lîstikan hatine vekirin. Li vir 550 zarokên emrê wan di navbera 3-5 salan de tê guhertin perwerde dibînin. 

Li vir zarok weke 6 koman hatine dabeşkirin û ji aliyê perwerdekarên Komeleya Piştgiriyê a Jiyanê ve jî perwerdeya kurdî tê dayîn.

Ji van koman 3 beriya nîvro û 3 jî piştî nîvro perwerdeyê dibînin. Di demên vale yên zarokan de jî perwerdeya weke werzîş, wênexêz, drama û têkiliyê perwerde tê dayîn. 

Hatiye ragihandin ku perwerdeyek nêzî ya başûrê Kurdistanê tê dayîn û mamoste bi kurdî û bi tîpên latînî perwerdeyê didin û ji van mamosteyan 29 Êzidî ne.

Li Amedê 1100 zarokên Êzîdî bi Kurdî dixwînin

18 Kasım 2015 Çarşamba

HAWARNET Nûçe...
Şano
...............................................................................
Li Amedê festîvala Şanoyê bi germî didome

Lîstikên ji Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê yên di çarçoveya 3'yemîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê hatin nîşandan, ji şanohezan eleqeyek mezin dît. ”


HawarNet 
21 Mijdar, 2015

AMED- Çalakiyên çand û hunerê yên di çarçoveya 3'yemîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de berdewam dikin. Di roja sêyemîn a mîhrîcanê de jî şahonezan eleqeyek mezin nîşanî lîstikan da. Danê sibê de semînera "Nêrînek li Dîroka Şanoya Kurdistanê û Arasteyên Nû li Şanoya Rojhilat" ji aliyê Xusro Sine ve hat pêşkêşkirin. Di demjimêrên piştî nîvro de jî şanoya "Siltanê Fîlan" ku ji aliyê Şanoya Bajar ya Êlihê ve hatî amedekirin hat pêşkêşkirin. Di demjimêrên evarê de jî şanoya "Çirîkê Waran" ku ji aliyê Koma Şanoyê ya Kirmanşahê ve hatî amede kirin, hat pêşkêşkirin. Dê sibê bernameya festîvalê bi semînerek û dû şanoyan bê berdewam kirin. 

Di çarçoveya 3yemîn Festîvala Şanoya Amedê de lîstikên “Çirîkê Waran” û “Siltanê Fîlan” hatin pêşandan, bîneran bi germî pêşwazî lê kirin. Hevşaredara me Gultan Kişanak jî lîstik temaşe kirin.
Festîvala Şanoyê ya Amedê ku îsal cara sêyan ji aliyê Şanoya Bajar a Amedê ya Şaredariyê ve tê lidarxistin didome.

Mêvanê duh ê festîvalê Şanoya Kirmanşanê bû. Lîstika ku Hewas Piluk nivîsî û Nilûfer Qeleşaxanî derhêneriya wê kir, ligel hevşaredara bajarê mezin Gultan Kişanak gelek kesî temaşe kir. Lîstika bi zaravayê kelhorî yê kurdî bi vegotina xwe ya xurt a dîtbarî bala bîneran kişand ser xwe. Piştî lîstikê Kişanak û derhêner Celîl Toksoz kulîlk û plakêt dan şanogeran û ew pîroz kirin.

Di lîstikê de behsa welatê Amada tê kirin ku ji ber sê dêwan xela lê rabûye û ji bo serederiya bi xelayê têkoşîna serkêşên bi navê Mehîrdat, Pîrdat, Nêrgiz û Yasemîn tê vegotin.

Serkeftina moriyan dijî fîlan: Siltanê Filan

Lîstika din jî şanoya Siltanê Fîlan bû ku ji aliyê Şanoya Bajêr a Şaredariya Batmanê ve hate amadekirin. Lîstik ji berhema Yaşar Kemal hatiye ristin û behsa serpêhatiya serdest û bindestan dikin, ev Salona Şanoyê a Navenda Çandê ya Cegerxwîn ev lîstik derkete pêş şanohezan. Bîneran bi germî pêşwazî lê kir û bi kulîlkan lîstikvanên Şanoya Bajêr a Şaredariya Batmanê pîroz kirin.

Di şanoya kurdî de giringiya rituelan

Perwerdekarê Şanoyê Dr. Xusro Sîna di çarçoveya festîvalê de li Salona Sînemayê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê semînerek da û bal kişand ku di şanoya kurdî de rituelên sererdê û asîmanan gelekî giring in. Sîna diyar kir ku ev rituel di şanoya kurdî de zemîneke çawa amade dikin û got, bêyî van şanoya kurdî kêm dimîne û weha domand, “Kesê raboriyê nizanibe dê nikaribe siberojê fêm bike û şanoyê bi xelkê bide naskirin.”  




Li Amedê festîvala Şanoyê bi germî didome

Ekîba Reqsê ya Mezopotamya lîstika bi navê “Leyla Bedîrxan” a li ser jiyana Leyla Bedîrxan a weke reqsvana yekem a Kurdan tê zanîn, îro li Stenbolê derdikeve pêşberî hunerhezan.
Huner
...............................................................................
‘Leyla Bedîrxan' li ser dikê ye!

Ekîba Reqsê ya Mezopotamya lîstika bi navê “Leyla Bedîrxan” a li ser jiyana Leyla Bedîrxan a weke reqsvana yekem a Kurdan tê zanîn derket pêşberî hunerhezan.


HawarNet 
18 Mijdar, 2015

AMED- Reqksvan Yeşîm Coşkun sedema ku Bedîrxan bikin lîstîk vegot û diyar kir ku ji ber ku di dema ku jiyaye ligel ku malbatê nerazîbûn nîşan daye û bi reqs û nasnameya xwe ya Kurdbûnê ji bo têkoşîna jinên sudewar bûye.

Leyla Bedirxan kî ye?
Leyla Bedîrxan keça Henriette Hornik a ji malbateke cihû û Abdulrezzak Bedîrxan ê ji malbata Bedîrxan e û di 1908’an de li Stenbolê ji dayik bû. Piştî sirgûna malbatê bi malbata xwe re koçî Misrê kirin. Piştî ku bavê wê jiyana xwe ji dest da bi dayika xwe re li Viyanayê jiyana xwe berdewam kirin. Bedîrxan a li Viyanayê yekem dersa xwe ya reqsê girt ewil li Operaya Viyanayê derket ser dikê. Ji ber ku reqsvan bû rastî nerazîbûna malbatê hat jî tu caran dev ji reqsê berneda û nasnameya xwe ya kurd bûnê jî înkar nekir. Her tim bi serbilindî kurbûna xwe anî ziman li cihên weke “Ereb” hate nasandin jî her tim sererast kir û kurdbûna xwe anî ziman.

‘Leyla Bedîrxan' li ser dikê ye!

13 Kasım 2015 Cuma

3’yemîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê bi şîara “Em şanoya civaka demokratîk bi hev re biafirînin” di navbera 15 û 22'ê Mijdarê de tê lidarxistin. Ji çar parçeyên Kurdistanê komên şanoyê tevlî mîhrîcanê dibin.
Şano
...............................................................................
3’yemîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê bi bernameyekî tije dest pê dike

3’yemîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê bi şîara “Em şanoya civaka demokratîk bi hev re biafirînin” di navbera 15 û 22'ê Mijdarê de tê lidarxistin. Ji çar parçeyên Kurdistanê komên şanoyê tevlî mîhrîcanê dibin.


HawarNet 
13 Mijdar, 2015

AMED- Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê her sal gelek kar û xebatên şanoyê dimeşîne. Heman demê de her sal mîhrîcana şanoyê li dar dixe. Dê îsal di meha mijdarê de 3’yemîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê bê lidarxistin. Mîhrîcana îsal bi pêşengiya Şanoya Bajar a Şardariya Bajarê Mezin a Amedê bi şîara “Em şanoya civaka demokratîk bi hev re biafirînin” di navbera 15 û 22'ê mijdarê de tê lidarxistin. Axaftina vekirinê ya mîhrîcanê ji aliyê Hevşaredarên Bajarê Mezin yên Amedê Gulten Kişanak û Firat Anli bê kirin. Di mîhrîcanê de bi giştî 16 şano tên lîstin û 5 semîner dê bên pêşkêşkirin. Pêşandana bernameya mîhrîcanê li Salona Sînemayê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn dê pêk were. Ji bo tevlîbûna mîhrîcanê ji her sê parçeyên din ên Kurdistanê û Stenbolê komên şanoyan bên Amedê. Komek ji rojavayê Kurdistan, 2 kom ji rojhilatê Kurdistan, 3 kom ji başûrê Kurdistan, komek ji Bakurê Kurdistan û 2 kom jî ji Stembolê tevlî mîhrîcanê dibin. 5 Semînerên ku şanoyê dikin mijara xwe dê bên pêşkêş kirin. 

'Ev mîhrîcan hevdîtina hunermedên kurd e'

Hevserokê Derhêneriya Hunerî ya Şanoya Bajar ê Amedê Ruknettin Gun anî ziman ku Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê pir girîng e û got ku ji ber ku ji her çar parçeyên Kurdistanê hunermend tevlî dibin, hevdîtina hunermedên kurd pêk tê û wiha axivî: "Di heman demê de bi semîneran dê rewşa şanoyê bi berfirehî were nirxandin û nîaş li ser bên meşandin." 

'Kurd tevî êrîşên dewletê dest ji xebatên çandî bernadin'

Gun diyar kir ku ew di demek pir aloz ku li gelek bajar û navçeyên Kurdistanê komkujî pêk tên de mîhrîcana şanoyê pêk tînin. Gun da zanîn ku dema di salên 90'î de êrîş li ser gelê kurd hebûn, gelê kurd dîsa dest ji xebatên xwe yên çandî bernedan. Gun destnîşan kir ku eger rewşa Kurdistanê aloztir bibe ne mûnkune mîhrîcan pêk were û wiha pê de çû: "Em hêvî dikin ku rewş aram bibe,. AKP dest ji polîtîkayên xwe yên şer berde û hurmetê nîşanî xwestekên xweseriya gel bide." 

Gun destnîşan kir ku xweserî mafê mirovan ê herî xwezayî ye û mafekî bi rûmet e. Gun anî ziman ku ne tenê ji bo gelê Kurdistanê divê hemû gelên cîhanê xwe bi rê ve bibin û wiha got: "Bertekên dewletê li hemberî vê daxwaza gel helwesteke bi qirêj e. AKP dixwaze aloziyê li ser vê xwesteka gel avabike. Em xweseriyê diparêzin, ji ber ku xweserî mafê mirovan e." 

Bernameya 3'yemîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê wiha ye:

15'ê Mijdarê Roja Yekşemê 

Lîstika Destpêkê: "Spîmend" 
Nivîskar û Derhêner: Ghotbedin Sadeghi
Cih: Şanoya Bajar a Amedê
Saet: 19.00

Axaftina vekirinê 
Gultan Kişanak-Firat Anli
Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê

16'ê Mijdarê Roja Duşemê

Semîner: Rêbazên Peywendiya Şano û Gel-Ghotbedin Sadeghi
Cih: Şanoya Bajar a Amedê (Salona Sînemayê)
Saet:12.00

Tabloyek ji mazotê
Rêveberiya Şanoyê ya Duhokê
Nivîskar û Derhêner: Helket İdrîs'abd
Cîih: Şanoya Bajar a Amedê
Saet:15.00

Pêşandana Pandomînê
Sasan Ghajar-Hamid Ezzeti
Beşdarvanên Workshopa Pantomînê
Cih: Şanoya Bajar a Amedê
Saet:17.00

Yên Xwedê ji wan stendî
Navenda Çanda Mezopotamya / Amed
(Şanoya Yekta Hêvî)
Nivîskar: Şaliko Bêkes 
Derhêner: Giyasettin Şehir
Cîih: Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn
Saet:19.00

17'ê Mijdarê Roja Sêşemê 

Semîner: Nêrînek li Dîroka Şanoya Kurdîstanê û 
Arasetêyên Nû li Şanoya Rojhilat- Xusro Sîna
Cih: Şanoya Bajêr a Amedê (Salona Sînemayê)
Saet:12.00

Siltanê fîlan
Şanoya Bajar a Êlihê
(Ji Romana Yaşar Kemal)
Adaptasyon: Çetoyê Zêdo 
Derhêner: Varlam Lali Nikoladze
Cih: Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn
Saet:15.00

Çirîkê waran
Koma Şanoyê / Kirmaşan
Derhêner: Nîluref Qeleşaxanî
Cih: Şanoya Bajar a Amedê
Saet:19.00

18'ê Mijdarê Roja Çarşemê 

Semîner: Di Dîroka Şanoya Kurdî de; Berhem û Kelepora Wêjeyî-Çetoyê Zêdo
Cih: Şanoya Bajar a Amedê (Salona Sînemayê)
Saet:12.00


Xaw eray zemîn
Koma Şanoyê / Îlam
Nivîskar: Eyub Aqaxanî 
Derhêner: Hosna Qobadî
Cih: Şanoya Bajar a Amedê
Saet:15.00

Bijîşkê hêja 
Navenda Çanda Mezopotamya / Stenbol
(Teatra Jiyana Nû)
Nivîskar: Anton Çehov 
Derhêner: Nazmi Karaman, Rûgeş Kirici
Cîih: Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn
Saet:19.00

19'ê Mijdarê Roja Pêncşemê

Masîreşa biçûk (Lîstika Zarokan)
Navenda Çanda Mezopotamya / Stenbol
Nivîskar: Samed Behrengî 
Derhêner: Rûgeş Kirici
Cih: Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn
Saet:11.00

Semîner: A Ku Di Şanoyê de Polîtîke û Şanoya Alternatîf-Mahir Günşiray
Cih: Şanoya Bajar a Amedê (Salona Sînemayê)
Saet:12.00

Davul tozu
İstanbul İmpro 
(Dogaçlama Tiyatro)
Konsept: Burak Tamdoğan, Koray Tarhan
Cih: Şanoya Bajar a Amedê
Saet:15.00

Srûd gelekî dirinde 
Koma Şanoyê / Kerkûk
Nivîskar: Kasim Metrod 
Derhêner: Merîwan Zengene
Cih: Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn
Saet:19.00

20'ê Mijdarê Roja Înê 

Pîrê û Luyê
(Lîstika Zarokan)
Şanoya Bajar / Amed
Nivîskar: M.Malmîsanij 
Derhêner: Elvan Koçer
Cih: Şanoya Bajar a Amedê
Saet:11.00

Semîner: Pênaseya Şanoya Kurdistanê Li Nav Şanoya Cîhanê de-Rahîm Abdurahîmzada
Cih: Şanoya Bajar a Amedê (Salona Sînemayê)
Saet:12.00

Kîm var orada/ Muhsîn beyîn son Hamletî
BGST - Tiyatro Bogazîçî
Metîn & Rejî: Grup Çalişmasi
[Banu Açikdenîz, Cuneyt Yalaz, Îlker Yasîn Keskîn, Ozgur Eren]
Cîih Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn
Saet:15.00

Dawiya rojeke dirêj
Rêveberiya Şanoyê ya Silêmanî
Derhêner: Goran Ali Kerim
Cîih: Şanoya Bajar a Amedê
Saet:19.00

21'ê Mijdarê Roja Şemiyê 

Êdî bes e
Koma Ş. Yekta / Kantona Cizîrê
Nivîskar: Beşîr Mela 
Derhêner: Hesen Remo
Cih: Şanoya Bajar a Amedê
Saet:19.00

22'yê Mijdarê Roja Yekşemê 

Leyla
Navenda Çanda Mezopotamya / Stenbol
(Mezopotamya Dans)
Koreografî: Serhat Kural 
Muzîk: Nurhak Kilagoz
Cih: Şanoya Bajar a Amedê 
Saet:19.00

3’yemîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê bi bernameyeke tije dest pê dike

 

 

 

 

Here Jor

 

Copyright © HAWARNET Çandname | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org